CENCTOM'ê ragihand: Dorpêç sibeha Duşemê destpê dike
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENCTOM) ragihand ku dorpêşa li ser Tengava Hurmuzê sibeha Duşemê destpê dike.
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENCTOM) ragihand ku dorpêşa li ser Tengava Hurmuzê sibeha Duşemê destpê dike.
CENTCOM'ê ragihand ku trafîka deryayî ya ku dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin wê hemû bêne dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dorpêç wê 13'ê Nîsanê roja Duşemê Bi Dema Rojhilat saet di 10:00 de destpê bike û Kendava Ereb û hemû bendergehên Îranê yên li Kendava Ûmmanê wê bikevin ber vê dorpêçê.
CENCTOM'ê diyar kir ku dorpêç wê bi rengekî "bê alî" ji bo hemû keştiyên hemû welatan derbas bibe û ji bilî keştiyên ji bendergehên Îranê wê dest li ti keştiyan neyê werdan ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Serokê DYE'yê Donald Trump piştî ku hevdîtinên Îran û DYE'yê yên li Pakistanê bê encam ma, plana dorpêçkirina rêya deryayî ya stratejîk xistibû rojevê.